Şaredarî ji bo barê trafîkê sivik bike bulvarên nû çêdike

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo barê trafîkê sivik bike û xizmeteke çêtir ji welatiyan re bike bulvar û vebirên nû yên rêyan çêdike.

Serokatiya Beşa Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo barê trafîkê siviktir bike li navçeya Peyasê xebata çêkirina bulvar û vebirên nû yên rêyan da destpêkirin.

Navbera Rêya Rihayê- Cadeya Rihayê Bulvara Lalegulê tê çêkirin

Ekîbên şaredariyê bi destpêkirina sezona 2021’ê re zend û bend badan û li ser rê û rêbaran xebatên çaksaziyê meşand, niha di navbera Rêya Rihayê û Cadeya Rihayê de bulvara Lalegulê çêdike.

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebata binesaziyê de pêla ewil dê izgarayên ava baranê yên 860 metre dirêj li cihê bo Bulvara Lalegulê hatiye kifşkirin ku 50 metir fireh e bi cih bike. Piştre dê binaxeyê sereke, hîm, hîmê bitûmî û xebata bînderê lê bimeşîne.  

Ekîb, piştî ku karê 20 hezar tonê yê pmat-pmtê lir ê meşand dê 11 hezar ton asfalta germ li Bulvara Lalgulê dake û wê bixe ber xizmeta welatiyan.  

Vebirên rê tên çêkirin

Ji bo girêdana Cadeya Mastfiroş bi Rêya Hawirê û Bulvara Lalegulê ve dê rêyeke nû ya 1200 metir dirêj û 30 metir fireh bête çêkirin.

Ekîban, piştî ku binesaziya vê rêka nû bi encam kir paşê dê 10 hezar ton asfalta germ dake nav rê.

Ji bo Cadeya Abdulkadir Aksu bi Bulvara Talaytepe-Rêya Rihayê û Bulvara Mezopotamyayê ve girê bide 2 rêyên nû tên çêkirin.

Rêya girêdanê ya bi Bulvara Mezopotamyayê ve 520 metir dirêj û 30 metir fireh be, rêya girêdanê ya Bulvara Talaytepe-Rêya Rihayê jî dê hezar û 450 metir dirêj be û 30 metir fireh be.

Serokatiya Beşa Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, piştî bidawîanîna xebata ser herdu rêyan dê 28 hezar û 300 ton asfalta germ dake nav van rêyan.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2021 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31