Print this page

Xwendekaran 19’ê Gulanê pîroz kir

Xwendekarên Akademî Lîse û Mala Zanînê yên bi ser Şaredariya Bajarê Mezin, 19’ê Gulanê Cejna Bîranîna Ataturk, Ciwan û Werzîşê pîroz kir.

Serokatiya Beşa Xizmetên Ciwan û Sporê, bi boneya 19’ê Gulanê Cejna Bîranîna Ataturk, Ciwan û Sporê ji bo xwendekarên Mala Zanînê ya Navendî, Mala Zanînê ya li Sumerparkê û Akademî Lîseyê bernameyek li dar xist.  

Bi vê boneye xwendekaran, helbestên li ser wateya rojê xwendin, gotarên xwe yên berê amade kiribûn peşkeş kirin, wêne xêz kirin û li kurtefîlman temaşe kirin.

Ji bo xwendekarên di pêşbirka boneya rojê hatine lidarxistin bi ser ketine, seta pirtûkan û kelûpelê perwerdeyê xelat danê.