Rêkeftina tramwaya Diyarbekirê pêk hat

 

Şaredariya Bajarê Mezin, rêkeftina tramwaya Diyarbekirê ku îhaleya projeya wê pêk anî, îmze kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, rêkeftina tramwayê bi Şîrketa Altaşê re îmze kir. 5 fîrmayên di vî warî de ser asta Tirkiyeyê herî baş beşdarî îhaleyê bûbûn. Piştî 6 mehên ji bo cîbicîbûna projeyê hatine diyarkirin qediyan dê qonaxa cîbecîkirinê dest pê bike.

“Em dixwazin sala 2023’ê mizgîniya tramwayê bidin Diyarbekirê”

Seroka Beşa Veguhastinê Hulya Atalay, diyar kir ku di warê tramwayê de ku bi salan e ji bo Diyarbekir û Diyarbekiriyan keser e ew gihîştine qonaxekê.  

Atalay aşkere kir ku tramwaya ku 14,1 kîlometir dirêj û xwedî 23 rawestgehan dê li ber Jûra Bazirganiyê ya Fîskayayê dest pê bike di ser Deriyê Çiyê, Cadeya Alî Emîrî, Hintlibaba, Ekinciler, çatrêka Ofîsê, bulvara Turgut Ozal, bulvara Diclekentê, bulvara Mastfiroş û bulvara Lalegulê re derbas bibe û li ber Nexweşxaneya Lêkolînê raweste.

Atalay got ku li herêma Nexweşxaneya Lêkolînê dê seheya depoyê, cihê venihêrtin û çaksaziya trênan û nivîsgehên kargêriyê hebin.

Atalay bi bîr xist ku gelek meraq heye ka dê tramway kengî dest bi xebata xwe bike û di vê barê de weha axivî:

“Plana me ew e ku em sala 2023’ê tramwayê bixin ber xizmetê. Bêguman qonaxa serî ya vê dabînkirina projeyên cîbecîkirinê bû. Me ev qonax bi cih anî. Me îhaleya xwe kir. Qonaxa piştî vê jî, divê em wesayitan peyda bikin. Em ê vê qonaxê jî demeke nêzik pêk bînin û di sala 2023’ê de tramwayê pêşkêşî xelkê Diyarbekirê bikin.”

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2021 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31