Şaredariyê bernameya Hefteya Fethê aşkere kir

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bernameya ku bi boneya salvegera 1382’ê ya Fetha Diyarbekirê û Roja Hişyarbûna Eshabê Kehf tê pêkanîn, aşkere kir.

Pîrozbahiyên salvegera fethê 23’ê gulanê dest pê dikin, di bernameyê de helbest, axaftin, pêşandana belgefîlman, pêşangeha wêneyan, panel, gotûbêj, konser û pêşbazî hene.

Hefteya Fethê û Roja Hişyarbûnê, 23’ê Gulanê bi firîna balefiran dest pê dike û 28’ê gulanê jî bi bernameya li Şikefta Esahbê Kehfê jî bi dawî tê.

Di hefteya Fethê de welatî dikarin li pêşangeha “Ji Duh Ta Îro Diyarbekir” li Galerya Hunerê ya Diyarbekirê di navbera 23’ê gulanê heta 28’ê gulanê de bigerin. Galerya li nav Sumerparkê ye. Her weha hunerhez dikarin li ser malpera diyarbakirsergi.com jî li pêşangehê temaşe bikin.

Piraniya bernameyê bi online ye

Otobûsa Gerîde ya bi ser Serokatiya Beşa Karûbarên Çandê û Civakî dê her roj li navçeyeke navendî Yenîşehir, Baglar, Peyas û Sûrê bigerin.

“Dersên Huzûrê” ku her meh ser hesabên medyaya civakî tê weşandin bi boneya Hefteya Fethê bi beşdariya kevne Serokê Karûbarên Diyanetê Prof.Dr. Mehmet Gormez û Alîkarê Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ahmet Tanyildiz bi navê “Berpirsyariya Jîyîna li Bajarê Pêxember û Sehabîyan” roja 25’ê Gulanê saet 21:30’ê tê weşandin.

Meşek tê lidarxistin

27’ê Gulanê saet: 05:00-05:30’ê ji Mizgefta Fethê meş heta Mizgefta Hezretî Silêman bête kirin û paşê li ser Gorên Sehabîyan ên Navkelehê dê dua bêne kirin.

Panela ku beşdar û mijarên wan; Dr. Cuma Karan bi navê “Berî Fethê Rewşa Siyasî ya Herêmê, Giringiya Fetha Amîdayê Ji Bo Îslamê”, Dîroknasê Pispor Ahmer Demîr bi navê “Diyarbekir Beşdarî Erda Îslamê Dibe”, Prof.Dr. Mehmet Akbaş “Gava Artêşên Îslamê Rûbirûyî Kurdan bûn” in, dê 27’ê gulanê saet 16:00’ê dest pê bikin.

Şaredariya Bajarê Mezin, 28’ê Gulanê di pîrozbahiyên li şikefta Eshabê Kehf de tevahiya rojê ji bo beşdaran dê stranên bijarte yên ayînî pêşkêş bike.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2021 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31