Perwerdeya li Akademî Lîse û malên zanînê dest pê kir

 

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên perwerdeyê ku ji ber nexweşiyê rawestandibûn ji nû ve dest pê kir.

Serokatiya Beşa Xizmetên Ciwan û Sporê, bi destpêkirina pêla normalîzebûnê re xebata xwe ya li Akademî Lîse û malên zanînê bo piştgiriya perwerdeyê dimeşand ji nû ve dest pê kirin. Perwerde bi baldarî û li gorî tevdîrên pandemiyê tê meşandin.

Li Akademî Lîseyê 1500, li Mala Zanînê ya Navendî 2 hezar û 500 û li Mala Zanînê ya Selahedîn Eyûbî ya li Sumerparkê 1200 xwendekar ji dersên bingehîn û bernameyên civakî bêpere sûdê werdigirin.

Bernameyên civakî û sportîf didomin

Di Mala Zanînê de, li rex perwerde-hîndekariyê ji bo zarokan da ku ew di aliyê civakî de xurt bibin û stresa xwe bişkênin bernameyên sportîf û çand û hunerî têne pêkanîn.

Ji bo pêşvebirina aliyê civakî yê xwendekaran bernameyên pevgihanî, aqil û zanînê, drama, ÅŸano, muzîk û govendê tên lidarxistin. Â