Karaloglu di xebatên restorekirina bircan de

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, kum da serê xwe, çekûç û mirc hildan destê xwe û beşdarî xebatên restorekirina bircan a Şaredariya Bajarê Mezin bû.

Karalogu, xebatên restorekirina bircên ku ketine Lîsteya Mîrateyên Cîhanî ya UNESCO’yê ku bi destê Şaredariya Bajarê Mezin tên meşandin saxtî kirin.

Karaloglu, kum da serê xwe, rahişte çekûç û mircî û beşdarî restorasyona li Birca Bedena Pîroz bû û saxtî li Birca Keçikê ku dê bibe navendeka nû ya çand û hunerê kirin.  

Karaloglu, pêlîstok li zarokan belav kirin

Karaloglu, der barê xebatên Serokatiya Park û Baxçeyan ya ji bo avahiya nû ya kargêriyê, xebata Serokatiya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê ya ji bo Bulvara Lalegulê ku 860 metir dirêj e û 50 metir pan e, xebata peyarêk û dar çandinê li Mîrcembelî û cadeya Hîlarê, xebata li gihaneka Bulvara Elezîzê û Bulvara Mezopotamyayê de agahî wergirtin.

Karaloglu di vê bernameya xebatên Şaredariya Bajarê Mezin saxtî kirî de, bi şêniyên Zumrutkent 4 Sîteyê re rûnişt û guhdarî daxwazên wan kirin.

Piştre walî Karaloglu bi zarokên li baxçeyê sîteyê re mijûl bû û bi wan re yarî leyîst.

Di serdan û saxtiyên Walî Karaloglu de Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin û rayedar amade bûn.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2021 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31