Print this page

Şaredarî alîkariyê dide 94 mêşvanan

 

Walî Karaloglu:

“Dema pêşiya me, em Diyarbekirê di warê mêşvanî û hinguvvaniyê de derxin nav 5 bajarên Tirkiyeyê yên di vî warî de li pêş in.”

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta pêşxistina mêşvaniya modêrn piştgiriya ekîpmanê bi mêşvanan re kir.   

Walî Munîr Karaloglu, di civîna li Salona Civînan a Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin de diyar kir ku ev bajêr di warê çandinî û heywandariyê de xwedî cihekî giring e.   

Karaloglu bal kişand ku li Diyarbekirê salane di nêzî 120 hezar kewarên hinguvî de 1400 ton hinguv tê hilberandin, bi vê bajêr di rêza 17’ê de ye û got ku Diyarbekir bi erda xwe, bi adanî û fuaneya xwe pê re aramî jî lê serdest e lewra ev rêz ne hêjayî wê ye.

“Em ê hilberîna hinguvî zêdetir bikin”

Karaloglu got ku ew dixwazin demên pêş Diyarbekirê di warê hilberîna hinguvî de derxin rêza 5’ê ya Tirkiyeyê û weha axivî:

“Bi mezaxtinê em ê nikarin bigihêjin tu derê. Di her warî de, di warê çandinî, heywandarî û pîşesaziyê de divê em hilberînê bikin. Em wek dewlet kîjan sektor be bila bibe em digel hilberînê ne, heta derfetên me dest didin em ê rê li ber hilberîneran vekin. Wek dewlet ev desteka me helbet dê têra pêdiviyên we tevan neke. Lê em hewl didin cesaretê bidin we, rêya we vekin. Em ê cesaretê bidine we, hûn ê jî bizavan bidin.”

“Em ê 28 hezar daran bi fistiqan biniçilînin”

Karaloglu, bal kişand ku Şaredariya Bajarê Mezin, ne tenê pirsgirêkên binesazî û seresaziya bajêr çareser dike, ew piştgiriya cotyaran dike û her weha destekê dide xwedankirina heywanan û weha got:

“Îsal ligel Gerînendetiya Cotyarî û Daristanê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, Zanîngeha Dîcleyê û Kargêriya GAP’ê me sala 2021’ê wek sala fêkiyên bi qalik ragihand. Xebatên me dawiya 2020’ê dest pê kirin û niha berdewam in. Me 10 hezar gûz petrûme kirin. Petrûmeyên me bi kêr hatine. Niha em ê 28 hezar darên fistiqan petrûme bikin. 15’ê hezîranê em ê dest pê bikin.”   

 

“Diyarbekir di nava 3-4 salan de dibe bibe bajarê şembelokan”

Karaloglu bi bîr xist ku cara pêşîn darên şembeloka mader li gundê Îslam ê Pasûrê hatiye dîtin, petrûme ji wê darê hildane û li 2 darên berûya mazîyê niçilandine.

Karaloglu diyar kir ku di nava 3-4 salan de Diyarbekir dê bibe bajarekî ku şembelokan hildiberîne û got, “Niha em hewl didin wê dara li Pasûrê wek makedar bi kar bînin. Em ê wê bikin dareke bîrdarî. Hinek darên me yên din hene. Li Farqînê darên çinarê yên 500-600 salî hene. Em ê wan jî tescil bikin û bo siberojê wek bîrdarî bigihînin.”  

 

“Şaredarî li her gundî xişir xişir dixebite”

Karaloglu bal kişand ku her gundê Diyarbekirê dageryaye şantîyeyekê, Şaredariya Bajarê Mezin xişir xişir dixebite, xizmetê welatiyan dike û weha axivî:

“Ji me re dibêjin, ‘Hûn vî pereyî ji ku tînin?’ Ez jî ji wan re dibêjim Xwedê ji Serokomarê me razî be. Serokkomarê me, wezîrên me, parlamenterên me heta îro me çi arîşeya Diyarbekirê jê re gotibe qet texsîr nekirine. Bi borsa û odeyên bajêr re xebatên me hene. Bawer bikin îxlas û dilsoziya me ber û bereketê lê dibarîne. Heta niha me qet pirsgirêk nejîyane. Vê gavê hûn biçin kê derê xebata Şaredariya Bajarê Mezin heye û şantîyeke wê li wirê heye.”

Di merasîmê de ligel Walî Munîr Karaloglu, rayedar û giregirên bajêr jî amade bûn.