Şaredariya Bajarê Mezin, xeta avê ya navçeya Bîsmîlê nû dike.
Gerînendetîya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), di çarçoveya xebata çaksaziyê de, dê 6,5 km xeta ava vexwarinê ya nû deyne û bi malan ve girêde.
Lêçûna vê projeyê 1 milyon û 308 û 500 lîre ye û bi vê re pirsgirêka binesazî û avê tê çareserkirin.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, ji bo sehêtiya vê projeyê serdana navçeyê kir û xebatên ser wê raçav kirin.
Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ, di çarçoveya xebata IPA II de xebata xeta avê ya navenda navçeyê heta dawiya meha hezîranê de bi encam dike.