Bernameyên Hefteya Fethê dest pê kir

 

Bernameyên ku Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya salvegera 1382yê a Fetha Diyarbekirê li dar dixe, dest pê kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo Fetha Diyarbekirê ku ev demeke dirêj e nayê bikaranîn bernameyeke berfireh amade kir, bername 7 rojan bi coş û dilgermî dê bê gerandin.

Serokatiya Beşa Karûbarên Çandê û Civakî, ji ber nexweşiya vegir bi bernameyeke bi awayekî online ya têr bi helbest, sohbet, pêşangeh, panel, pêşbirk, anîmasyonên ji bo zarokan, pêşandana belgefîlman, dîwana dengbêjan û konseran bibe mêvanên mala şêniyan.  

Pêşangeha “Ji Duh Ta Îro Diyarbekir” online tê pêşandan

Bernameyên Hefteya Fethê îro dest pê kirin û hunerhez dikarin pêşangeha “Ji Duh Heta Îro Diyarbekir” li ser malpera diyarbakirsergi.com temaşe bikin.

Rojên ku qedexeya derketina kuçeyan nîn e, welatî dikarin li Galerya Hunerê ya Sumerparkê temaşe bikin.  

Îro saet di 20:00’ê de Dergehê Helbetê dê cih bide Helbestên Fethê û wan bigihîne şiîrhezan.

Şaredariya Bajarê Mezin, îro saet di 21:212ê de pêşbirka “Ez Kî Me?” li dar dixe û di pêşbirkê de pirsên der barê fetha Diyarbekirê de dê ji beşdaran bipirse.

Dengbêj, saet di 21:30’ê de dê dîwana xwe saz bikin û tê de kilamên ser Fetha Diyarbekirê bistrên.

Li kuçeyan coşa fethê

Şaredariya Bajarê Mezin, di Hefteya Fethê de bi Otobûsa Gerîde dê li kuçe kolanên Diyarbekirê konseran bide welatiyan.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta coşa fethê bi welatiyan bide hesandin di navbera 24-27’ê gulanê de bi Otobûsa Gerîde dê li navçeyên Yenîşehir, Baglar, Peyas û Sûrê muzîkê pêşkêşî xelkê bajêr bike.

Stranbêjên bi ser Konservatura Bajêr a bi ser Serokatiya Beşa Karûbarên Çandê û Civakî dê li Otobûsa Gerîde siwar bibin û stranên der barê standina Diyarbekirê de bi zimanê Tirkî, Kurdî û Zazakî bistrên û 1382yemîn salvegera Fetha Diyarbekirê pêşwazî bikin.

24’ê Gulanê li Yenîşehir, 25’ê Gulanê li Baglarê, li 26’ê Gulanê Peyasê, 27’ê Gulanê li Sûrê maweyê 3 saetan dê stran li kuçe û kolanan bêne gotin.