Ciwan dê “Meşa Fethê” bikin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya salvegera 1382yemîn a Fetha Diyarbekirê bernameyên cur bi cur amade kirine, bi vê boneye 27’ê gulanê roja pêncşemê “Meşa Fethê” ya ciwanan pêk tîne.

Bernameyên ku Şaredariya Bajarê Mezin bi boneya salvegera 1382’ê ya Fetha Diyarbekirê li dar xistiye, berdewam dikin.

Bi bernameya ku ji aliyê serokatiya beşa Karûbarên Çandê û Civakê û ya Xizmetên Ciwan û Sporê ve bi hev re hatiye amadekirin dê “Meşa Fethê” ji Mizgefta Fetihê heta Mizgefta Hezretî Silêman bête biencamdan.  

27’ê Gulanê roja pêncşemê nûnerên saziyên civaka sîvîl dê li Mizgefta Fethê ya Zanîngeha Dîcleyê bi beşdariya 100 ciwanan nimêja sibê eda bike.

Ji Mizgefta Fethê heta Mizgefta Hz. Silêman meşa bi meşale tê lidarxistin

Piştî nimêja spêdê ji Mizgefta Fethê ber bi Mizgefta Hz. Silêman, bi lêxistina ebeneyan meşa bi meşale pêk tê.

Li ser Mezelên Sehabîyan ên li Keleha Hundir a li nav Mizgefta Hz. Silêman ji bo şehîdên fethê dê Qurana Pîroz bê xwendin û dua bêne kirin.

Meş, dê bi axaftinên der barê giringiya fethê re bi dawî bibe.

Her weha di çarçoveya Hefteya Fethê de 27’ê gulanê roja pêncşemê Komela Stêrka Kesk dê ‘Tura Pisqêletan a Fetîh 639’ê’ li dar bixe. Tura pisqêletan dê saet 11:00’ê li Park 75’ê ya li Bulvara Mahabadê ya li navçeya Peyasê dest pê bike û li Mizgefta Hz. Silêman bi dawî bibe.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2021 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31