Print this page

Xebatên restorasyona Sûrên Diyarbekirê berdewam in

 

 

 Walî Karaloglu:

“Yek li Navkelehê yek jî ji Birca Heftbirayan heta Deriyê Ruhayê li du texman xebatên me hene. Aniha me îhaleya xwe ya sêyê kir. Hê gelek karê me li ser Sûran heye.”

Xebata restorekirina ser Keleha Diyarbekirê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO’yê de ye berdewam dike, ev xebat bi şîara “Vejîna li Sûran Dest Pê Dike” tê meşandin.  

Şaredariya Bajarê Mezin, sala par di 10’ê Tebaxê de li 6 bircên Birca Pîroz, Birca Heftbira, ya Selçuqî û ya Nûrê xebata restorekirinê da destpêkirin.

Ligel restorasyona 6 bircan li Taxa BenûSenê bi tenişta bircên restorekirî ve nêzî 300 xaniyên ku sîûletê sûran dihedimand bi berdêla 15 milyon lîreyî hatin destbiserkirin û hatin arizîkirin. Bi arizîkirinê re qadeke 25 hezar metrekare hate derxistin û bi vî awayî reng û rûbarê nuwaze yê bircan hate berçavkirin.  

 

Ji 98 bircên keleha Diyarbekirê 24’ê wan li ber destê restorasyonê ne

Piştî xebata han, îsal bi meha kanûnû re 11 jê li Navkelehê û 2 jê bircên keleha derve bi giştî li ser 13 bircan, li ser dîwarên derdora Girê Amîdayê û 11 hezar metrekare xebata peyzajê di çarçoveya restorasyonê de hatin cîbicîkirin.

Bi îhaleya qonaxa sêyan a meha Gulanê re, Deriyê Çiyê, Bedena Tenya û bircên hejmar 7 û 8 têkilî xebata restorekirinê hatin kirin.

Bi îhaleya qonaxa sêyê re ji 98 bircên Keleha Diyarbekirê li ser 24 bircan xebata restorekirinê hate destpêkirin.

 “Gava xîret û xebat gihîşte hev kar dimeşe”

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, bi bîr xist ku li bajêr di serî de birc û beden, şûnwarên dîrokî, mizgeft, xane û hemam gelek bermahiyên tarîxî hene.

Karaloglu bal kişand ku di serî de Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, wezîrên Jîngeh û Bajarvaniyê, yê Çand û Turîzmê, Wezareta Karên Navxweyî û parlamenterên Diyarbekirê gelek piştgiriya xebatên restorasyonê li Sûran dikin û weha axivî:

“Gava xîret vû xebat digihêje hev kar pêk tên. Vê gavê 2 îhaleyên me didomin. Yek li Navkelehê ya dîtir jî qada ji Birca Heftbira heta Deriyê Ruhayê li xwe digire. Niha em îhaleya qonaxa sêyan dikin. Hê gelek karê me ser Sûran maye.”