Print this page

“Meşa Fethê” hate pêkanîn

 

Bi boneya 1382’yemîn salvegera Fetha Diyarbekirê ji Mizgefta Fethê heta Mizgefta Hezretî Silêman ku mezelên sebahîyan lê hene, meşek hate lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiyên “Hefteya Fethê” ya Şaredariya Bajarê Mezin, Walî Munîr Karaloglu, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sîvîl ji bo “Meşa Fethê” li Mizgefta Fethê ya li kampûsa Zanîngeha Dîcleyê ku artêşa îslamê biryargeha xwe lê danîbû, li hev kom bûn.

Meş bi tekbîr û selewatan ji Mizgefta Fethê dest pê kir heta Mizgefta Hezretî Silêman hate pêkanîn, di meşê de 100 ciwanan ala girtin destê xwe û bi meşaleyan kortej pêk anîn.

Li Mizgefta Hezretî Silêman nimêja sibê hate kirin ji bo merqedê sehabîyan Qurana Pîroz hate xwendin û dua kirin.

Parlamenterê Diyarbekirê Mehdî Eker li ser giringiya rojê axaftinek kir.

Endamên Desteya Rêveber a Herêma Diyarbekirê a TURSAB’ê Abdulazîz Yatkin li ser giringiya fetha Diyarbekirê agahî dan.

Miftiyê Diyarbekirê Yavuz Selîm Karabayir duayek giştî kir pişt re şorbenîska Walî Karaloglu û Eker îkramî beşdaran hate kirin.

Di bernameyê de, Parlamenterê AK Partiyê Ebubekîr Bal, Qeymaqamê Sûrê Abdullah Çiftçi, Fermandarê Cendermeyan Tuxgeneral Mustafa Erdem, Midûrê Asayîşa Bajêr Şukru Yaman, Rektorê ZD’yê Prof. Dr. Mehmet Karakoç amade bûn.