Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, bi etîketên #DiyarbakırınFethi û #Diyarbakır639 banga “Em fetha Diyarbekirê bigihînin cîhanê” kir.
Ji bo 1382’yemîn salvegera Fetha Diyarbekirê di navbera 23-28’ê gulanê de Hefteya Fethê li cîhanê bê ragihandin îşev saet di 19:00’ê de li ser medyaya civakî hashtag tê vekirin.
Karaloglu bi daxuıyaniyekê aşkere kir ku medyaya civakî platformeke baş e ku meriv di ser re dengê xwe bigihîne cîhanê.
Karaloglu bi bîr xist 27’ê gulanê roja Fetha Diyarbekirê ye û weha axivî:
“27’ê Gulanê saet di 19:00’ê de banga me li hemû gelê Diyarbekirê, Diyarbekirhezan û kesên wisa bawer dikin ku Diyarbekir şêmûga îslamê ye bo vê erdnîgariyê bila bên destekê bidin hashtagên me da ku em vê ji cihanê re biqîrin. Bi taybetî ez dixwazim saziyên civaka sîvîl, sendika û komên pîşeyî beşdarî vê bangewaziya me bibin. Dê du hashtagên me bi #DiyarbakırınFethi û #Diyarbakır639 hebin. Bi ser van hashtagan re em ji cîhanê re bibêjin ku 27’ê gulanê roja fetha Diyarbekirê ye.”