Print this page

“Gera Pisqêletan a Fetîh 639” hate lidarxistin

 

Bi boneya 1382yemîn salvegera Fetha Diyarbekirê “Gera 639 ya Pisqêletan” hate pêkanîn.

Gera pisqêletan ku bi boneya salvegera 1382’ê ya Fetha Diyarbekirê ya ji aliyê artêşa Îslamê ve Şaredariya Bajarê Mezin û Komela Stêrka Kesk bi hev re hate lidarxistin, ji Park75’ê dest pê kir û li Mizgefta Hezretî Silêman bi dawî hat.   

Karaloglu li Park75’ê gera pisqêletan da destpêkirin, li vir di daxuyaniya xwe de bal kişand ku ew dixwazin şiûra fethê, şaristanî û biratiya li bajêr, çanda wê ya pêkvejiyanê û hevkariyê emanetî ciwanan bikin.

Karaloglu diyar kir ku bi fetha Diyabekirê re cara pêşîn deriyên îslamê bo Anatolyayê vebûn û got, “Piştî 2 rojan 29’ê mehê em ê fehta Stenbolê pîroz bikin. Bi fetha Stenbolê re aşkere bûye ku heta roja qiyametê dê îslam û tirk li ser vê erdê bin. Her du fetih li me pîroz bin.”

Karaloğlu, weha axivî:

 “Ji vir heta Mizgefta Hezretî Silêman ku mezelê 27 sehabiyên sembola fethê ne gereke pisqêletan bi mebesta hişyarkirinê bête pêkanîn. Bi taybetî ez dixwazim ji ciwanên bajêr re vî tiştî bibêjim; em dixwazin şiûra fethê, şaristanî û biratiya li bajêr, çanda wê ya pêkvejiyanê û hevkariyê emanetî ciwanan bikin. Em dixwazin bi organîzasyonên wekî vê ji bo ciwanan li dar bixin û wan jî beşdar bikin. Ez hemû beşdaran pîroz dikim. Dîsa bila fetha me pîroz be.”

Karaloglu, piştî axaftinê starta gera pisqêletan da destpêkirin.

 Etkinliğe, AK Parti Diyarbakır Milletvekili Mehdi Eker ve Ebubekir Bal, kamu kurum ve sivil toplum kuruluşları temsilcileri ile vatandaşlar katıldı.

Di bernameyê de, Parlamenterên AK Partiyê Mehdî Eker û Ebubekîr Bal, nûnerên saziyên civaka sîvîl û welatî amade bûn.