Berî LGS’ê semînera serederiya bi stresê

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên Malên Zanînê ku dê têkevin Ezmûna Têketina Lîseyê semînera rêvebirina stres û tatêlê hate dayîn.

Ji aliyê Serokatiya Beşa Xizmetên Ciwan û Sporê ve, ji bo xwendekarên sinifa 8’ê ya Mala Zanînê ya Navendî û Mala Zanînê ya Selahedînê Eyûbî semînerek der barê birêvebirina stres û tatêlê de hate lidarxistin.

Di semînerê de mamosteyên rêber, rêbazên serederiya bi stres û tatêlê re vegotin, kurtefîlm nîşan dan. Pirsên xwendekaran hatin bersivandin.

Xwendekarên ku nikaribûn beşdarî semînera rûbirû bibin, bi semînereke online hatin agahdarkirin.