DÎSKÎ arizeyan demildest çê dike

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), demildest destwerdanê li arizeyan dike û rê li ber mexdûrbûna welatiyan digire.

Ekîbên DÎSKÎ’yê pê hesîyan ku di borîya ava vexwarinê ya gundê Qitilbêla bi ser Sûrê de arize peyda bûye, lewra demildest muxalede kir û arize çareser kir.

Serê pêşîn ekîbên kolandinê, ava di xetê de pengiyayî derxist û cihê arizebûyî qaymax kir.

Ekîban, bi xebateke 9 saetî arizeya di borîya 1000’î ya polayî çareser kir û bêyî av bête birîn kêşe hel kir.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî û alîkarê wî Selçuk Gorduk, xebata çaksaziyê li cihê wê seh kir.

Tutşî, spasiya kedkarên di wir de xebitîn kir û weha got:

 “Ekîban tevdîrên pêwist girtin lewra di dema çareserkirina arizeyê de av nehate birîn. Ekîban xebateke gelek bi xîret meşand. Niha li herêmê ava şêniyan bê kêmasî diherike mala wan. Ji ber sebr û têgihîştina xelkê me, ez spasiya wan dikim.”