EKAY, Roja Jîngehê ya Cîhanê ji çopê elektrîkê vedijîne

Şaredariya Bajarê Mezin, Dezgehê Bermahiyên Hişkê Entegre (EKAY) bi mebesta çareserkirina pirsgirêka çopê ya 50 salan saz kir, 5’ê hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê dê ji EKAY’ê elektrîk bê vejandin.

Projeya EKAY ku bi buhayê 20 milyon dolarî li Sehaya Depokirina Çopê ya Qerejdaxê bi modêla Çêke-Kartê Ke-Dewr Bike ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin hate bipêşxistin, xebatên rehabîlîtekirina li ser vê qadê ji sedî 90 bi encam bûne.   

Bi xebata rehabîlîtekirinê dûxana ku berê ji gilêşan radibû û têkilî hewa dibû hate vemirandin, dirûvê gend û gilêşê ji holê rabû û ax bi ser qadê wer kirin.

Vejandina bo ceribandinê hate kirin

Di çarçoveya projeyê de li vê qadê santraleke elektrîkê ya 2 hezar û 50 metrekare hate çêkirin, baloneke gazê ya 10 hezar metrekup lê hate dabînkirin. Pergalên vêkdana gazê ya li qada çopê hate hilberandin li balonê hate tijîkirin.  

Di çarçoveya projeye de bo testa ewil, vejandina elektrîkê bo ceribandin hate bipêşxistin. Di qonaxa duyê de jî dê sehaya depokirina bi rêkûpêk û unîteyên jihevkirinê bêne avakirin.  

 

“Bi salan e rêveberên vî bajarî dest nedaye vê mijarê”

Walî Munîr Karaloglu, bi daxuyaniyekê bal kişand 50 sal in pirsgirêka depokirina çopê bajêr nehatiye kirin, meha Tîrmeha sala par îhaleya vê projeya EKAY’ê bi pêş xist.

Karaloglu diyar kir ku evqas çopê bajêr û navçeyan bi awayekî hovane li vê derê dihate depokirin, ev rêbaz ne baş bû û got, “Vê serdemê ev tişt nabe. 16’ê Hezîrana sala par min li Diyarbekirê dest bi wezîfeyê kir. 17’ê Tîrmehê piştî mehekê me pirsgirêka çopa bajêr hilda dest û îhaleya wê kir.”    

Karaloglu, weha axivî:

 “Zîhniyeta ku bi salan e ev bajêr bi rê ve dibir dest nedaye vê pirsgirêkê. Bi projeya EKAY’ê me li wê meydana çopê ya dikeve ber naçeya Baglarê xebata dûzkirina qadê da destpêkirin. Me gaza li qadê hilda, santrala elektrîkê saz kir. 5’ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê em ê ji gaza metan a li vê qada vêkdana gilêşan bo cara pêşîn elektrîkê vejînin.”