Şaredariyê serlêdan bo “Tora Bajarên Afrîner a UNESCO’yê” kir

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, ji bo bajêr bi gastromoniya xwe ya dewlemend beşdarî “Tora Bajarên Afrîner a UNESCO’yê” bê kirin foruma serlêdanê îmze kir.  

Her du salan carekê ji bo “Tora Bajarên Afrîner” a UNESCO’yê di warên grafik, pîşevanî û hunerên gel, fîlm, wêje, gastronomî, muzîk û hunerên medyayê de serlêdanên bajaran têne kirin, Şaredariya Bajarê Mezin jî bo kategoriya gastronomiyê xebat da destpêkirin.  

Xebatên amadekariyê ji aliyê Parêzgerî, Şaredariya Bajarê Mezin, DTSO û Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê bi tevkarî tê meşandin, boneya vê bi pêkhateyên hemû sektorên bajê re hin civîn û komcivîn hatin lidarxistin.

Di projeyê de çanda xwarinê û aşxaneya Diyarbekirê bi berfirehî hatiye aşkerekirin û ligel bajarên di Tora Gastronomî ya Bajarên Afrîner a UNESCO’yê de cih digirin ên wekî; Östersun, Bergamo, Parma, Hatay, Gaziantep û Afyonkarahisarê jî şêwir hatin kirin.

Dosyeya serlêdanê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve der barê dewlemendiya gastronomiya bajêr de ji bo bajêr beşdarî “Tora Bajarên Afrîner a UNESCO’yê” hatiye amadekirin, piştî Walî Karaloglu îmze kir radestî

Di salên borî de 6 bajarên Tirkiyeyê di warên cur bi cur de ji bo “Tora Bajarê Afrîner a UNESCO’yê” hatine qebûlkirin.