Şaneşîna li Zinara Fîsê tê nûkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên nûkirina şaneşîna li Zinara Diyarbekir a Fîsê dan destpêkirin.  

 

Piştî ku Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ’yê xebatên ji bo herikandina sûlava zinara fîsê bi encam kirin, Şaredariya Bajarê Mezin zend û bend badan û dest bi xebatên nûkirina şaneşînê kir.

Li gorî projeya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê ve hate bipêşxistin û ji aliyê Desteya Parastina Heyberên Çandî ya Bajarê Diyarbekir ve hatiey pejirandinê, dê li ser qadeke 230 metrekareyî 170 metrekare kompozîtdeck, 60 metrekare şaneşîna cam û kafe bête avakirin  

Xebata nûkirinê dê 60 rojan bidome û di encamê de welatî dê karibin ji şaneşîna zinara Diyarbekir ve li Qesra Kevirî, Baxçeyên Hevselê, Çemê Dîjleyê û Baxçeyê Miletî temaşe bikin.