Print this page

“Diyarê Lezzet” dest bi xizmetê kir

 

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, çaksaziya “Dîyarê Lezzet” ya li Geliyê Dîjleyê bi dawî anî û xist ber xizmeta şêniyên bajêr.  

Şîrketa bi navê MED A.Ş. ya di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de bi mebesta welatî lê vehesin û mîna seyrangehekê jê sûdê werbigirin li Geliyê Dîjleyê kafeya bi navê Kafeya Wadî xizmet dikir, ji nû ve dizany kir, çaksaziya wê kir û bo xizmetê xist ber xizmeta xelkê.

Navê vê seyrangehê “Dîyarê Lezzet” e, ew xwedî dîmena xweşik a Girê Çilezîzan û Pira Dehderî ye, cihekî bêhnveker û aram e; herweha di kafeyê de taştêya xwecihî, kibaba kezebê ya Diyarbekir, cureyên izgara û tikegoştî, ligel vexwarinê tezî û cemidî û şirînahiya tamxweş her roj ber xizmeta welatiyan e.  

Mêvanên Diyarê Lezzetê gava têne bêhnvedanê, ji bo wexteke xweş derbas bikin dê karibin ji yarîgeh, mizgeft û dezgehên werşîşî yên Şaredariya Bajarê Mezin li vir çêkirine, sûdê werbigirin.