Print this page

Karaloglu: “Em ê hemû ciwanên xwe hembêz bikin”

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu got, “Em ê xwe bigihînin her ciwanekî Diyarbekirê. Em ê bi her ciwanekî Diyarbekirê re çav bi çavî bikevin, dest bidin destî. Em ê berxikên Diyarbekirê nedin destê keftaran.”

Walî Karaloglu di Merasîma Protokola Razemeniya Ciwanan û Sporê de axixî û got ku ew ji ber pêkhatina protokola di navbera Şaredariya Bajarê Mezin, Parêzgarî û 17 şaredariyên navçeyan de gelekî kêfxweş in.

Karaloglu bi bîr xist ku Diyarbekir nifûseke zêde ya ciwan heye û got ku di 20 salên dawîn de li Diyarbekirê di warê ciwan û werzîşê de xebatên pir giring hatine kirin û got ku bi vê girêbestê re ji bo binesaziya ciwan û spora bajêr dê kêmasiyeke mezin ji holê bête rakirin.

Karaloglu, ji ber serdana wî ya bajarê Diyarbekirê spasî li Wezîrê Ciwanan û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu kir. Kasapoglu 4’ê hezîranê serdana Amedê kiribû.

Diyarbekir dê bibe navendeka hemû sporên olîmpîk

Karaloglu, bi bîr xist ku bi îmzekirina vê girêbestê re dê li Diyarbekirê şûngehên hemû sporên olimpik çêbibin û weha axivî:

 “Bi vê protokola ku em ê îro îmze bikin dê li ser navendeke sporê ya li ser 250 donimî bête avakirin û dê di vê navendê de ji avjeniyê heta tenîsê, ji tîrvanî û sporên palevaniyê, ji hilkişîna dîwaran heta balûya hilpekînê, ji futbolê bigire heta basketbol, voleybol û di gelek warên dîtir ên werzîşê de dê bibe navendeke sporê.”

Li navçeya Pîranê kampa ciwanan tê avakirin

Karaloglu bal kişand ku li Diyarbekir kampa ciwanan tune ye, ew ê li navçeya Pîranê Navenda Hişyarbûna Ciwanan a Selahedîn Eyûbî ava bikin da ku ji çar terefên Tirkiyeyê ciwan bêne vê kampê û bi ciwanên vê derê re kampa xwe bikin.

Li navçeya Sûrê Parka Sporê ya Geliyê Dîjleyê tê avakirin

Karaloglu diyar kir ku li nav Sûrê ji ber ku zêde cih nîn e zêde ji bo qadên sporê derfet çênabe û weha got: “Înşelleh em ê li Parka Sporê ya Newala Dîjleyê ava bikin ku hem ciwanên me hem jî ciwanên zanîngehê karibin jê sûdê werbigirin. Bi vê re dê reng û rûyê Diyarbekirê biguhere.”   

Karaloglu, axaftina xwe weha bi dawî anî: 

 “Wezîrê hêja, ez dixwazim hemûyan li vê derê yek bi yek bihejmêrim lê li her 17 navçeyên Diyarbekira me dê bi vê girêbestê re bibin xwedan salonên sporê, melevangeh û şûngehên din ên werzîşê. Wezîrê berkeftî, Xwedê ji we razî be. Ez gelek spasiya we dikim. Gelê Diyarbekir, ciwanên Amîda ji bo we minetdar in. Înşeleh piştî van projeyan ez sozê didim we: Em ê xwe bigihînin her ciwanekî Diayrbekirê. Em ê miheqeq bi her ciwanê Diyarbekir re çav bi çavî, dest bi destî wan bin. Li Diyarbekirê em ê berx û karikên Dîjleyê nedin destê keftaran.”