Li Birca Keçikê dema hunerê ye

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi hêmaya “Qul û Qulbend Dê Tijî Huner Bibe” li Birca Keçikê dest bi bernameyên xwe yên hunerî dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, li Birca Keçikê ku navendeke nû ya bernameyên çand û hunerê ye, ji bo xelkê Diyarbekirê û mêvanên têne bajêr demeke xweş derbas bikin hin bermane û helkeft amade kirin.

Sînemaya li derve, dîwana dengbêjan û stran 

Li gorî bernameyê, di 3’ê tîrmehê roja şemiyê saet di 18:00’ê de bername bi pêşangeh- performansa kuartêtê û govendê dest pê dike.  

Bername dê bi dîwana dengbêjan ku dê tê de stran û kilamên xweş bêne gotin dewam bike û bi nimayîşa sinemaya derve jî bi dawî bibe.

4’ê tîrmehê roja yekşemê bername saet di 18:00’ê de dest pê dike û tê de pêşangeh, performansa kuartêtê û govend hene.

Di saet 19:00’ê de hunermendên dengxweş dê stranên ji hevdu xweştir pêşkêş bikin û bernameya wê rojê bi dawî bibe.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî, tevahiya demsala havînê dê li Birca Keçikê ji hev cihê cihê bernameyên çand û hunerî li dar bixe.