Amadekariyên Cejna Qurbanê dest pê kirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta ku welatî Cejna Qurbanê hêsan karibin xwe bigihînin xwerekê paqij, bi awayekî bêkêşe karê kirrîn û serjêkirina qurbanê xwe pêk bînin zend û bend badan.

Şaredariya Bajarê Mezin, berî Cejna Qurbanê bi beşên têkildar ên şaredariyên navçeyan re civînek der barê amadekariyên cejnê de li dar xist.

Civîn, li Salona Civînan a Şaredariya Bajarê Mezin hate pêkanîn û di civînê de der barê tevdîrên Cejna Qurbanê de nirxandin hatin kirin.

Ekîb bo girtina qurbanan tên sazkirin

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, li deverên firotin û serjêkirina qurbanan dê beyterek amade be û ji bo nehêlin qurban birevin dê ekîbek bête sazkirin.

Li devera serjêkirin û firotina qurbanan dê bête dezenfektekirin û dijî kêzikan dê derman bêt reşandin.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê jî dê gend û bermahiyên li devera serjêkirin û firotina qurbanan berhev bike û ji hev bixe.

Li deverên serjêkirin û firotina qurbanan dê têra xwe konteynir bêne danîn.

Her weha dê li hemû goristanên bajêr paqijî bête kirin.

Ji bo qurban bi qaçaxî neyên serjêkirin zabite di amadebaşiyê de ye

Serokatiya Daîreya Zabiteyê, dê li deverên serjêkirin û firotina qurbanan kontrolên rijd bike û dê destwerdanê li serjêkirin û firotina li deverên ji bilî deverên destnîşankirî têne kirin, bike.

Ekîbên zabiteyê, erefeta Cejnê û roja 1’ê ya cejnê ji bo welatî bi rehetî bikaribin biçin ser mezelan û nehêlin ji aliyê firoşkarên seyar û parsekan ve bên acizkirin dê tevdîran bigire.

Cihê serjêkirin û firotina qurbanan bi av şid tê şûştin

Serokatiya Daîreya Zabiteyê, hemû deverên serjêkirin û firotina qurbanan ku pêwîstî pê hebe dê bi arasozan ve ava şid lê bireşîne û bişo.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê jî dê kêmasiyên li derdorê ku hebin çareser bike.

Gerînendetîya Giştî ya DÎSKÎyê jî li deverên serjêkirin û firotina qurbanan ji bo rêlibergirtina xitimîna rogaran û vîdanjorê li qadê bigire û tesisata avê di ber çavan re derbas bike û desavan li van qadan bi cih bike.