Atolyeya Zimanên Şaristaniyê mezûnên dewra yekê dan

 

Atolyeya Zimanên Şaristaniyê li bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, mezûnên ewil ên kursa Erebî, Farisî, Osmanî, Kurdî, Zazakî û Suryanî dan.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, ji bo kesên dixwazin fêrî zimanekî qedîm bibim kursên Atolyeya Zimanên Şaristaniyê bi maweyê 3 mehan li dar xist û piştî ezmûnên destnîşankirina astê ji bo beşdarên serkeftî sertîfîka û belgenameya beşdariyê hatin amadekirin û pêşkêşî kursiyeran hatin kirin.

Merasîma kutakirina dewra yekê ya kursê bi beşdariya Serokê Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî Alî Çelîk, li Mala Dengbêjan hate lidarxistin û ji bo kursîyerên Kurdî û Suryanî belgenameyên beşdarbûnê hatin teqdîmkirin.

Şîfanûr Denîz xwendekara Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Akdenîzê ye, kursa kurdî bi derenceya yekê qedandiye, bal kişand ku ji ber pandemiyê ew ji dibistanê dûr maye lewra beşdarî Atolyeya Zimanên Qedîm bûye û ev fersenda han baş bi kar aniye.

Denîzê bi bîr xist ku ew bêyî ku xwendin û nivîsîna kurdî bizanibe beşdarî kursê bûye û kurs bi pileya yekê bi encam kiriye lewra jî gelekî bextewar bûye û spasiya danerên kursê kir.

Ji Aydinê hat fêrî Kurdî bû

Nûrî Arslan wênesaz e û ji bo geştekê ji Sokeya Aydinê tê Diyarbekirê, diyar kir ku ewî gelek ji vî bajarî hez kiriye, lewra ji bajêr veneqetiyaye, bi ser de beşdarî kursa Zimanên Qedîm bûye û li wir Kurdî hîn bûye.

Arslan, bal kişand ku wî perwerdeyeke baş ji kursê hildaye û êdî ew dikare bi Kurdî ligel xelkê Diyarbekirê diyalogê çêke.

Okan Kaya, bi saya vê kursê fêrî zimanê Suryanî bûye, bal kişand ku bi saya atolyeya Şaredariya Bajarê Mezin wî xwe fêrî zimanê Suryanî kiriye.

Kaya, bi bîr xist ku çawa ew fêrî Suryanî bûye bi vê re dest bi naskirina çanda Suryanan kiriye û ji ber dabînkirina vê derfetê spasî li Şaredariya Bajarê Mezin kir.

Mustafa Çetîn Mordem xwendekarê Fakulteya Giqûqê ya Zanîngeha 9 Eylulê ye, diyar kir ku fêrbûna Suryanî gelek kelecan pê re çêkiriye û got bi saya vê wî xwe bi pêş xistiye.

Ji bo dewra nû ya Atolyeya Zimanên Şaristaniyê serlêdan ji 1’ê îlonê pê de tên qebûlkirin.