Â
Şaerdariya Bajarê Mezin, bi mebesta hartûçûna trafîka nav bajêr sehêl bike da ku şênî bi awayekî xweştir hatûçûna xwe pêk bînin seferberiya çêkirina rêya daye destpêkirin.
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, li seranserê bajêr di sezona asfaltkirinê ay 2021’ê de heta niha 21 kîlometir rê çêkiriye. Bi giranî li ser çêkirina rêyên nû xebat tê meÅŸandin û li ser 22 kîlometir rê jî xebatên çaksaziyê berdewam dikin. Â
Ekîban, rêyên ku welatî pir bi kar tînin, mîna cadeya Dr. Ahmet Bîlgîn, Bulvara Mîr Cembelî û Rizvan Axa, cadeyên Evrîm Alataş, Ahmet Kaya, Avşîn, Mastfiroş, Riha, Hîlar, Dr. Yusuf Azîzoglu, Cemîloglu, Bedîuzzeman, Hayatî Avşar, Ahmet Arîf, Dr. Şeref Înaloz, Mîmar Sînan, Prof. Dr. Selahattin Yazicioglu û kuçeya Kumlu xebatên çaksaziyê bi encam kirin û ew dan ber xizmeta welatiyan.
Â
Bi xebata vekirina rêyên nû rêgehên alternatif tên danîn
Piştî ku xebatên arizîkirinê lê hatin kirin li rêya Rihayê ji devera 500 Evlerê heta Nexweşxaneya Lêkolînê rêya bi dirêjahiya 9,2 kîlometir ku 50 metir pahniya wê jî heye, rêgehên alternatif ên di asta rêya hawir de bêne pêkanîn. Di navbera rêya Rihayê û rêya Elezîzê de li ser duryan û navbiran xebatên dagirtin-kolandinê, binaxe, hîm û asfaltkirinê dewam dikin.
Piştî ku xebatên binesaziyê bi encam hatin dê 100 hezar ton asfalta germ lê bê kirin, 18 hezar û 400 metre refûj, 36 hezar û 800 bondûrên peyarêkan û 110 hezar metrekare jî dê zift bête darêtinê.
Â
Xebat li ser Cadeya Siwêregê zêde bûn
Xebat bi awayekî geş li ser Cadeya Siwêregê tê meşandin, ev cade 6 hezar û 800 metre dirêj e 30 metir pahn e; 170 hezar metrekup kolandin-dagirtin, 145 hezar ton binaxe, 163 hezar metrekare hîm, 160 hezar metrekare bînder û 49 hezar metrekare parke peyarêk li vê cadeyê bê danîn.
Di çarçoveya xebatên peyzajê de dê ji celebên cuda 700 dar li navbera cadeyê bên çandin.
Â
Bulvara Dîclekentê bi Rêya Hawir Perê Rojava ve bê girêdan
Xebat bêrawestan li ser etaba dawî ya Bulvara Dîclekentê têne meşandin ku ev bulvar dê Rêya Rihayê bi Rêya Hawir Perê Rojava ve girê bide.
Ev bulvar 2 hezar û 500 metir dirêj e û 50 metir pahn e, di etaba wê ya dawî de 62 hezar û 500 metrekup dagirtin-kolandin, 84 hezar û 600 ton binaxe, 90 hezar metrekare hîm, 87 hezar û 500 metrekare bînder, 30 hezar metrekare peyarêk dê bê çêkirin. Cade dê bi 200 stûnên lempeyê bê ronîkirin.
Â
Cadeya Abdulkadir Aksu û Bulvara Mezopotamya bi rêya Rihayê ve tê girêdan
400 metrekareya mayî ya Cadeya Abdulkadir Aksu ku dê Bulvara Mezopotamya bi rêya Rihayê ve girê bide ser rêya hezar û 400 metre 75 hezar û 600 metrekuo kolandin hate kirin û 32 hezar keresê binaxe lê hate danîn.
33 hezar û 600 metrekare bînder, 33 hezar metrekare tebeqa meyînê bête danîn û 9 hezar metrekare parke dê li vê cadeyê bê danîn.
Â
Girêdana Bulvara Mezopotamya bi rêya Elezîzê hindik ma
Xebata li ser hezar metreya dawîn a Cadeya Mezopotamyayê ku dê Rêya Rihayê bigihîne rêya Elezîzê xebatên kolandin û dagirtinê gihîştin serî.
Li ser vê bulvarê 34 hezar metre binaxe, 36 hezar metrekare bînder, 35 hezar metrekare meyin, 12 hezar metrekare parke peyarêk tê danîn.
Li ser vê bulvarê 80 stûnên lempeyê dê bêne dabînkirin.