Şaredarî destekê dide klûbên amator

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta piştgirî teşwîqa sporê, desteka kumanya û hatûçûna 450 werzîşkarên 50 tîman di 20 branşan de dike.  

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, destekê dide klûbên sporê yên amator û werzîşkarên wan ên vî bajarî.

Şaredariya Bajarê Mezin ku ligel kelûpelên sportîf di gelek mijaran de destekê dide sporê û tîmên amator, ji bo maçên van tîman ên deplasmanê jî, ku beşdarî turnuva û şampîyonayan bibin bi rêya dabînkirina otobûs û bilêtan piştgiriya wan dike.

Şaredarî, ji hokeya mêrgê bigire heta bi taekwondoyê, ji kickboksê heta karateyê, ji fıybolê heta voleybolê, ji sporên xwezayê heta sporê melevaniyê di 20 branşan de ji bo 50 tîman bi giştî 450 werzîşkaran desteka hatûçûn û kumanyayê dike.

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31