DÎSKÎ depoyên avê yên aboneyan paqij dike

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), li tevahiya bajêr depoyên avê yên aboneyên xwe paqij dike.

DÎSKÎ, avê berê li Dezgehê Parzinandina Ava Vexwarinê diparzine û aveke bijûn û pak dide aboneyên xwe niha jî dest avêt paqijkirina depoyên wan ên avê.

Ekîbên DÎSKÎ’yê li ser gilî û daxwazên ji bo ALO 185 Navenda Bangewaziyê zend û bendên xwe badan û serê pêşîn depoyên gemar tespit dike û paşê diçe wan radimale.  

Karmendên paqijiyê cilên hîjneyîk, serpêç, galoş û pêlavên cizme yên lastîk li xwe dikin û diçin herî, kês, xîz, bermahiyên avahiyê û gend û gilêşan ji depoyan derdixe û wan pak dike.

Piştre hemî tebeqeyên depoyên bi aveke şid tê şûştin, bi bompeyan ava şêlo û gemar jê tê derxistin. Piştre bi dermanên ku Wezareta Tenduristiyê destûr ser heye, nava depoyê tê dezenfektekirin.

Îsal li ser serlêdana aboneyan DÎSKÎ’yê di nava 6 mehan de bi giştî 22 hezar û 350 metrekup paqijiya depoyan û dezenfekte pêk anî.

“Em ava bijûn û paqij berdidin kaniyên malan”

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, xebata dezekfektekirina avahiyeke li sîteyeke Taxa Uçkuyularê şopand.

Tutşî diyar kir ku ew qelîteya ava vexwarinê di bin kontrolê digirin û weha axivî:

 “Em ava bijûn û paqij digihînin mislixên malên welatiyan. Em bi awayekî rêkûpêk paqijiya depoyên xwe dikin û dihêlin ku hijyen bin. Em ji bo aveke paqij û bijûn a di asta standartên mîkrobiyotîk û kîmyewî ya navneteweyî bigihînin malên welatiyan hewldanan dikin.”