Zarok havîna xwe têrtijî spor derbas dikin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di dibistanên sporê yên havînê de ji bo zarokên 8-14 salî di 18 beşan de perwerdeya bêpere dide.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, bi mebesta tevkariya pêşketina fîzîkî û civakî ya zarokan bike û zarok havîna xwe bi sporê derbas bikin di çarçoveya “Projeya Were Sporê” de dibistanên sporê yên havînê saz kirin.  

Di beşên atletizm, avjenî, futbol, basketbol, voleybol, tenîsa kortê, karate, kickboks, taekwondo, gulaş, dart, kişik, judo, tenîsa mêzê, badminton, hokeya çîmê, jimnastik, hentbolê de li 46 salon, tesis û qadan bi 1234 rahênerên pispor re perwerde têne kirin.

Armanc 50 hezar zarok e

Heta niha nêzî 10 hezar zarokî ji dibistanên spora havînê sûd wergirtiye û tê çaverêkirin 50 hezar zarokên 8-14 salî sûdê jê werbigirin.

Ji bo serlêdana van dibistanan karin serlêdana xwe li malpera Şaredariya Bajarê Mezin an jî li Gerînendetiya Şaxa Sporê ya li Kompleksa Sporê ay Talaytepeyê bidin. Heta dawiya havînê serlêdan kar bêne kirin.

Ji bo der barê perwerdeyê de agahîyan zanibin dikarin pêwendî li gel hejmara 0412 229 48 80 daxîlî 4405 bête kirin.