Şaredarî bi projeyên xwe berdewam e

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li navenda bajêr û navçeyan projeyên xwe yên giring dê geşedaneke mezin pêk bîne û xizmetguzarî di her hêlê de berdewam dike.   

Şaredariya Bajarê Mezin, xizmetguzariyeke ku dê bandoreke baş li jiyana xelkê Diyarbekirê bike dide ber xwe û xebatên xwe ser vê binemayê didomîne.

Şaredariya Bajarê Mezin bi xebatên xwe hewl dide pirsgirêkên di jiyana bajêr de kêm bike û ji bo gund û navçeyan jî jiyaneke bi qelîte pêşkêş bike. Restorasyona li ser şûnwarên dîrokî dewam dike, mebest ji vana ew e ku potansiyela turîzma bajêr derxe pêş.

Vejîna li Sûran berdewam e

Şaredariya Bajarê Mezin, di 10’ê tebaxa sala par pê de li ser Keleha Diyarbekirê xebata restorekirinê li Birca Pîroz, birca Heftbira, birca Selçûqî, birca Nûr û Deriyê Rihayê herw eha di 6 bircan de da despêkirin.

Li taxa Benûsenê 300 avahiyên ku bi bircan ve bûn û dîmena wan dihedimand kirin malê cemaweriyê û 25 hezar metrekare erda li ber Sûran hate derxistin û hate kifşê.

Meha kanûnê de 11 jê li nan Keleha Navîn 2 jê li derve li ser 13 bircan, dîwarê li hawirdora Girê Amîdayê 11 hezar metrekare xebata hawirdorçakiyê ligel xebata restorasyonê hatin meşandin.

Di çarçoveya restorasyonê de li Keleha Navîn di encama kolandinê de dergehê 3 bircan derxistin holê.

Meha gulanê li Deriyê Çiyê, Bedena Tenya û bircên hejmar 7 û 8 ligel ji 98 bircên Keleha Diyarbekirê li ser 24 bircan xebatên restorekirinê têne meşandin.

Şaneşîna zinara Diyarbekir tê nûkirin

Piştî ku Sûlava Zinara Diyarbekir dîsa hate çalakkirin, xebatên nûkirina şaneşîna wê hatin destpêkirin.

Piştî ku proje ji aliyê Desteya Heyberên Çandî ya Herêma Diyarbekir ve hate pejirandin, şêniyên bajêr dê karibin ji ser şaneşîna sûlavê li Baxçeyên Hevselê ku mîrateya çandî ya UNESCO’yê ye û bergeha Çemê Dîjleyê temaşe bikin.

Hêjayî gotinê ye ku ji bo “Fîsqeya” di straneke qedîm de wek “Zinara Diyarbekir” tê gotin.

Heybeta Pira Malabadê derdikeve holê

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo heybeta Pira Malabadê derxe holê dê li hawirdora wê li ser qadeke 30 hezar metrekare xebata hawirçakiyê bimeşîne.

Di vê xebata çaksaziyê de qadeke 30 hezar metrekare tê birêkûpêkkirin, 18 hezar û 95 metrekare jê dê qada hêşîn be. Li hawirdora pirê, dê meydan, kafeterya, mizgeft, şaneşîn, rêya peyade, kevîşen, yarîgehên zarokan, destav û odeyên venêrîna zarokan hebin.

Diyarbekir dibe navenda berêkdanên sportîf

Di navbera Wezareta Ciwanan û Sporê, Parêzgerî û Şaredariya Bajarê Mezin û 17 şaredariyên çavçeyan de, protokolek hate îmzekirin ku pê Diyarbekir bibe Navenda Sporê Ya Navneteweyî, bi vê mebestê 16 projeyên ciwanan û sporê têne bipêşxistin.

Di çarçoveya projeya Ciwanan û Sporê de “Spor Park” tê avakirin, ji avjeniyê heta bi tîrvaniyê, ji voleybolê heta bi futbol, basketbolê di hemû şaxên werzîşê de dê berêkdanên neteweyî û navneteweyî li vê parka werzîşê bêne birêvebirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, 5 km dûrî navenda Pîranê, 55 km dûrî Diyarbekirê li ser aqarekî 180 hezar metrekare “Kampa Hişyarbûna Ciwanan a Selahedîn Eyûbî” ava dike.

Bi mebesta ciwanên li navçeya Sûrê û ciwanên li Zanîngeha Dîcleyê bigihîne hev li taxa Yigitçawişa Sûrê li ser qadeke 66 hezar metrekare “Kompleksa Sporê ya Geliyê Dîjleya Sûrê” tê avakirin.

Li navçeya Peyasê “Navenda Zanist û Ciwanan a El Cezerî”, “li navçeya Sûrê “Navenda Wêjeya Hêmager a Ciwanan a Sezaî Karakoç” tê avakirin. Li Gêlê, Henê, Licê, Çinarê, Çermûgê û Pasûrê navendên ciwanan tên avakirin.

 

Li baxçeyên dibistanan û parkên guncaw 350, li baxçeyên mizgeftan jî 50 potayên basketbolê tên danîn.

Li Baglar, Bîsmîl, Karaz, Hezro û Gêlê salonên sporê yên 1000 kesî, li Erxenî, Baglar, Bîsmîl, Çinar, Farqîn û Pasûrê dê melevangeh bêne avakirin.

Her weha bi vê boneye dê 80 sehayên xalîçe, 9 sehayên basketbol û voleybolê, û 3 sehayên futbolê yên çîm û nîzamî bêne avakirin.  

Armanc e ku 2023’ê tramway dest bi xizmetê bike

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta hatûçûneke bi erzanî, bi ewle û rehet raberî şêniyên bajêr bije xebatên xwe ser projeya xeta tramwayê didomîne.

Serokatiya Daîreya Veguahstinê, li ber e ku sala 2023’ê tramwayê bixe ber xizmetê, ji bo xeta ku dê ji Deriyê Çiyê heta bi Nexweşxaneya Lêkolînê bidome sazgar bibe, etûtên jeolojik-jeoteknîk ên zemînê pêk anîn.

Li navçeyan meydanên bajêr û baxçeyên millet tên avakirin

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Farqînê Meydana Bajêr a Kiliçaslanê 1’ê li ser aqarekî 14 hezar û 430 metreçargoşe çêdike.

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeyan jibo welatî karibin lê vehesin û bêhna xwe berde, meydanan çêdike û xebat berdewan e.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di çarçoveya xebatê de li navçeya Farqînê li ser Cadeya Diyarbekirê ji bo meydana bajêr projeyek li ser erdekî 14 hezar û 430 metreçargoşeyî amade kir. 

Bi vê projeya meydana bajêr re dê rûberê bajêr biguhere, di projeyê de 8 hezar û 800 metrekare ji bo cihê hêşîn e.

Li gorî vê projeyê ji 7 salî heta 70 salî şêniyên Farqînê dê ji meydanê sûdê werbigirin; di meydanê de baxçeyê çayê, hewza bi qedeme, hewza zuha, amfî, yarîgehên zarokan, rêyên peyan, cihên seyranê dê hebin.