Ji bo zarokên dêbavê wan pençeşêr geşta moralê

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên dêbavên wan nexweşê pençeşêrê ne geştek ji bo navçeya Gêlê pêk anî.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, zarokên endamê Komeleya Têkoşîna Dijî Pençeşêrê ya Jinûve Jiyan a Diyarbekirê ji bo qenebe qasekê ji stres û derdora wan dûr bixin û moralê wan bilind bikin ew li navçeya Gêlê gerandin.

Zarok û ciwanên ku bi saya vê organîzayonê li navçeya Gêlê geriyan, piştre ji bo dîmenên spehî yên navçeyê bibînin geşteke kelekê li ser Bendava Dîjleyê pêk anîn.  

Di geryana Gêlê de îkramên cur bi cur ji bo zarokan hatin kirin û kum û tîşort diyarî wan kirin.