Şaredarî teftîşên berî cejnê gur kirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta welatî karibin xwe bigihînin erzaqê bijûn û bi tendurist berî Cejna Quranê teftîş û kontrolên xwe şidandin.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, li nacçeyên Baglar, Yenîşehir, Peyas û Sûrê teftîşên xwe bi awayekî rutîn didomîne.

Ekîbên Kontrolkirina Erzaqî, berî Cejna Qurbanê li deverên ku welatî gelek kirrîn û firotinê lê dike mîna firoşgehên şêranî, goşt û şekrokan kontrolên xwe zêde kirin.

Depo û firoşgehên berhemên mîna goşt, şirînayî û şekrokan ku di Cejnê de welatî gelek distîne, ji aliyê ekîban ve hatin saxtîkirin.