15’ê Tîrmehê seferên taybet hene

 

Şaredariya Bajarê Mezin, 15’ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Hevgirtina Mîlî dê seferên taybet ên ringan ji bo meydana Mizgefta Qurşinî pêk bîne.

Şaredariya Bajarê Mezin, biryar e ku di 5’emîn salvegera hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê de çawa ku ximzetguzariya hatûçûnê bi awayekî belaş pêk tîne, heman wext dê seferên ringê bi awayekî belaş ji bo meydana Mizgefta Qurşinî (Fatîh Paşa) pêk bîne.  

Serokatiya Daîreya Hatûçûnê, li gorî biryara han, ji Parka Şehîdên 15’ê Tîrmehê di ser rêgeha Bulvara Rihayê, Seyrantepe, Bulvara Elezîzê û Deriyê Çiyê re ji bo Deriyê Fethê sefera ringe dabîn kir.

Seferên ringê dê saet ji 17:00’ê dest pê bikin û li gorî rêwiyan dê berê xwe bide meydanê.

Seferên otobûsên ring heta saet 00:30’ê dê dewam bikin.