Xwendekarên “Were Sporê” 15’ê Tîrmehê bi bîr anî

 

Xwendekarên “Were Sporê” ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo salvegera 5’ê ya hewldana derbeyê 251 şehîdên dijî derbeyê canê xwe dane, bi lidarxistina tûrnûvayekê bi bîr anîn.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, ji bo zarok havîna xwe xweş derbas bikin ji bo zarokên di navbera 8-14 salî, di 18 beşan de, bi beşdariya 20 hezar xwendekaran kursên “Were Sporê” li dar dixe, perwerdeya li van kursan berdewam e. 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo yadkirina şehîdên 15’ê Tîrmehê bi 7 beşan bi beşdariya 7 hezar û 491 xwendekaran bi maweyê 7 rojan “Turnuvaya Were Sporê” li dar xist. 

Tûrnûva li dezgehên werzîşê yê şaredariyê bi beşdariya 18 tîman û 346 branşên xweser hate lidarxistin û xwendekaran li ber hev da.

Di maweyê tûrnûvayê de şaredariyê îkramên cur bi cur bo xwendekaran kirin, tîşortên li ser wan 15’ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Hevgirtina Milî li xwe kirin.

Di encama tûrnûvayê de Serokê Daîreya Ciwanan û Sporê Mehmet Kesen, xelatên serkeftiyên di pileya 2 û 3’ê bi dest xistî li wan belav kirin.

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, ji bo serkeftiyên pileya 1’ê bi dest xistî, dê di helkeftên 15’ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Hevgirtina Milî ya li meydana Mizgefta Qurşînî tê lidarxistin, belav bike.