Meydana Qurşinî ji bo 15’ê Tîrmehê amade ye

 

Li Diyarbekirê bo cara pêşîn dê bernameya 15’ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Hevgirtina Mîlî li meydana ber Mizgeffa Qurşinî (Fatîh Paşa) bête lidarxistin. Meydan, bo bernameyê amade ye.  

Rêxistina FETO ya xirabker, di 15’ê Tîrmeha 2016’ê de bi hewldana derbeyê rabû û milet bi qehremanî li ber vê pêrabûnê sekini û derbe têk bir. Bi vê boneyê di salvegera 5’ê de bi serperiştiya Parêzgeriyê û bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan, meydana li ber Mizgefta Qurşinî ji bo birêvebirina vê bernameyê hate terxankirn.   

Pêşangeha “Destana 15’ê Tîrmehê”

Şaredariya Bajarê Mezin, qasek berê meydanoka li ber Birca Keçikê ji bo navenda nû ya çandê amade kir, saet di 18.00’ê de li vê derê pêşangeha “Destana 15’ê Tîrmehê” tê pêşandan. Di pêşangehê de wêneyên derbeyê hene.   

Pêşangeh li qada Fuaye ya Birca Keçikê tê pêşandan, di pêşangehê de wêneyên ku fotogirên Ajansa Anadolu şeva hewldana derbeyê kişandine dê bêne pêşandan.

Serkeftina milet bi meşekê tê bibîranîn

Piştî pêşandana pêşengeha wêneyê ji bo bibîrxistina serfiraziya milletî dê saet di 19.00’ê de ji Birca Keçikê ber bi pêşiya Mizgefta Qurşinî ve meşek bête lidarxistin.

Meydan bi alan hate xemilandin

Şaredariya Bajarê Mezin, amadekariyê li meydanê bi encam kirin, dê li meydanê pêşandana sînevîzyonê, şano, helbestxwendin, konserên qesîdeyan û dîwana dengbêjan bête danîn.

Meydan bi ala hate xemilandin û ji bo saziyên civaka sîvîl û dam û dezgehên hukmî stant hatin amadekirin.

Li meydanê 50 stant hatin danîn, li vir ji aliyê dam û dezgeh û saziyên civaka sîvîl ve bo welatiyan dê kadeya Diyarbekirê, xwarin, av, dew, kulîçe, çay, loqim, şekir, lîmonata, ava fêkiyan û kek bên îkramkirin. Her weha saziyên civaka sîvîl dê cure cure pirtûkan jî belav bikin.

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30