“Dibistana Malê” mezûnên xwe dan

 

Şaredariya Bajarê Mezin bi sernavê “Ji Bo Malbatan Wexta Fêrbûna Online” ‘Dibistana Malê’ ya perwredeya ji dûr ve dabû destpêkirin, xwendekarên vê dibistanên sertîfîkayên xwe wergirtin.

Di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê de, perwerde di warê xwendin nivîsîna fînansî, dîjîlatîbûn, e-bazirganî, gava bo zewacê, nirx, li malê spor, têkiliya zarok û dêwbavan, rêvebirina krîzê di malbatê de, atolyeya ennegram û mîzacê û xwarinên herêmî de pewerde hate dayîn.   

Perwerde bi mebesta hişyarbûna di nav civakê de, herweha ji bo di warê takekesî û pîşeyî de geşedan çêbin maweyê 4 hefteyan hate lidarxistin û 250 kes beşdar bû.

Li ‘Warê Me’ yê li Sumerparkê bi şahiyekê sertîfîkayên kursiyeran li wan hatin belavkirin.

Seroka Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê Ayşe Handan Eker, sertîfîka li kursiyeran belav kirin û ji ber beşdariya wan a li “Dibistana Malê” spasiya beşdaran kir.

Eker, diyar kir ku xebatên weha yên Şaredariya Bajarê Mezin dê berdewam bin.