Şaredarî borîyên avdanê dide cotyaran

 

Şaredariya Bajarê Mezin, 45 hezar û 540 metre borîya avdana zeviyan dide cotyaran da ku ji ber hişkesaliyê derametê wan têk neçe.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewaran, ji bo cotyarên ku vê dema dawiyê ji ber hişkesaliyê gelek pirsgirêkên wan peyda bûne xebata destekê da destpêkirin.  

Şaredariya Bajarê Mezin, daxwazên muxtar û welatiyan dan ber çavan û bi çapên cuda cuda dê 45 hezar û 540 metre borîya avdanê li cotyaran belav bike.

Borîyên avdanê teslîmî muxtaran tên kirin

Li 24 gundên bi ser Licê, Pasûr, Pîran, Çermûg, Çungûş û Sûrê dê 45 hezar û 540 metre boriyên avdanê bêne belavkirin û rê li ber avdana bêserober were girtin da ku av beredayî neçe.  

Belavkirina boriyên avdanê li 6 gundên Licê hate kirin û bi giştî 17 hezar û 740 metre boriya avê ji bo bidin cotyaran radestî muxtaran hatin kirin.

Serokê Daîreya Xizmetên Gundewaran Nîhat Nurbakî, diyar kir ku bi talimata Walî Munîr Karaloglu ji bo li gundan bêhtir xizmet bo welatiyan bê kirin wan dest bi belavkirina boriyên avdanê kiriye.

Nurbakî, bal kişand ku navçeya Licê di warê çandina fêkî û sewzeyan de xwedî cihekî giring e û got ku ew dixwazin dekakê wan ê baş di bazarê de cihê xwe bigire.