Şaredarî ji bo Cejna Qurbanê amade ye

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şêniyên Diyarbekirê Cejna Qurbanê di nav aramî û xweşiyê de derbas bikin amadekariyên xwe temam kirin.  

Şaredariya Bajarê Mezin, ji aliyekî ve plansaziya xwe ji bo xebatên di gelek waran de dike, ji aliyê din ve ji bo xelkê Diyarbekirê Cejna xwe ya Qurbanê di nav aramî û xweşiyê de derbas bikin cihên serjêkirin û firotina qurbanan kifş kirin.

 

Cihên serjêkirin û firotina qurbanan aşkere bûn

Cihên firotina qurbanan; li Sûrê Borsaya Heywanên Zindî ya Şaredariya Bajarê Mezin, li gundê Çarixlî çewlikên heywanan, li navçeya Yenîşehrê Hawirdora Meydana Tevzî ya Komirê ku li Semta Şehîtlixê ye, li Baglarê hemberî Goristana Yenîkoyê, li navçeya Peyasê jî beramberî Stadyûmê û dangî Lîseya ÎMKB’yê.

Ji bo cihên serjêkirina qurbanan jî li navçeya Sûrê Borsaya Heywanên Zindî ya Şaredariya Bajarê Mezin, Kombînaya Goştî ya Kamerê û Kombînaya Goştî ya Gulerê, li Peyasê derwazeya otoparka hejmar 1 ya Stadyûma Bajêr û Lojmanên Asayîşê, li Baglarê Kombînaya Goştî ya Beymîrê û cihê şûştina otoyan a Baregeha Jetan a 8’ê, li Yenîşehrê Taxa Azîziye bazara semte ya TOKÎyê, bazara semtê ya Ûçkuyularê û Lojmanên Kurdoglu hatin destnîşankirin.

 

Cihên serjêkirin û firotina qurbanan tên kontrolkirin

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, berî Cejna Qurbanê dê çaksaziyê li hemû goristanên bajêr pêk bîne.

Her weha ji bo welatî karibin xwe bigihînin erzaqê bijûk dê kontrola erzaqan berdewan bête kirin.

Ji bo heke qurban birevin jî ekîbek hatiye sazkirin, ev ekîba bi ser Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê dê di amadebaşiyê de be û ji bo cihên serjêkirin û firotina qurbanan di warê bijûnîyê de kontrol bike dê beytar bê wezîfedarkirin.

Her weha cihên serjêkirin û firotina qurbanan dê bêne dermankirin da ku kêzik bernedinê.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, dê karê paqijkirina cihên serjêkirin û firotina qurbanan bigire ser xwe û gilêşdankan li wan deran deyne.

Serokatiya Daîreya Zabiteyan, dê li deverên serjêkirin û firotina qurbanan erkdarên xwe peywirdar bike.

Bi taybetî dê rê nede ku ji bilî van cihên destnîşankirî firotin û serjêkirina qurbanan bête biencamdan.

 

Goristan tên paqijkirin, cade tên şûştin

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, di Cejna Qurbanê de dê xebata paqijiya goristanên li bajêr bimeşîne da ku xelk rehet biçin ser miriyên xwe, di cejnê de û berî cejnê rê û rêbarên gelek hatûçûn li ser heye dê bi ava bişid a bi deterjan bişo.

Serokatiya Daîreya Zabiteyan, arefeya cejnê û roja 1’ê ya cejnê, dê li ser Goristana Yenîkoy, Deriyê Mêrdînê, Alîparê û goristanên din dijî firoşkarên seyar û parsekan tevdîran bigire û ji bo xelk rehet serdana gora miriyên xwe bike dê zabiteya trafîkê li wir erkdar bike.

Serokatiya Daîreya Zabiteyan, ji bo rê li ber firotina maytaban bigire dê kargehan kontrol bike.

DÎSKÎ, Serokatiyên Daîreyên Park û Baxçe, Îtfaiye, Rê û Rêbar û Kordînasyona Binesaziyê, ku hewceyî pê çêbû dê li cihên serjêkirin û firotina qurbanan xwe bidin ber binbariyên pêwist.