Print this page

Şaredarî li Pîranê parkeke nû çêdike

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Pîranê dê li ser qadeke 4 hezar metrekareyê parkekê ava bike.

Şaredariya Bajarê Mezin, ligel navenda bajêr, li navçe û gundan jî park û qadên hêşîn çêdike da ku ji zar û zêcan bigire heta kalepîran her kes karibe jê sûdê werbigire.  

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li navçeya Pîranê ji bo welatî karibin demeke xweş lê derbas bikin li ser qadeke 4 hezar metrekareyê parkeke nû çêdike. Parka Pîranê, 2 hezar û 900 metrekareya wê dê qada hêşîn, 640 metrekareya wê jî ji erda req pêk were.   

Di parkê de ligel dar û devî û kulîlkên celeb celeb dê textebendên bajêr û ji bo zarokan jî yarîgeh tê de hebin.

Îhaleya wê hate kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, îhaleya Parka Pîranê ku ji 7 salî heta 70 saliyê welatî xwe lê bigirin, pêk anî. Piştî biencamhatina prosesa îhaleyê ekîb dê dest bi çêkirina parkê bikin.