Print this page

Xebatên binesaziya taxa Çelikevlerê dest pê kirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li Taxa Çelikevlerê ya Yenîşehrê ji bo dabînkirina xeta ava vexwarinê û kanalîzasyonê xebat da destpêkirin.

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), ji bo çareserkirina pirsgirêka avê û kanalîzasyonê ya taxa Çelîkevleriyê zend û bend badan.

Li gorî projeya amadekirî, li taxa ku 129 avahî lê hene dê xeteke avê ya 4 hezar û 933 metre û xeteke kanalîzasyonê ya 13 hezar û 834 metre bête danîn û çala fesoftîkê ya bo 500 kesî dê bête çêkirin.

Qeymaqamê Yenîşehrê Murat Beşîkçî û Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, çûne cihê xebatê û bi şêniyên taxê re hevdîtinek pêk anîn.

Tutşî yê ku guhdariya welatiyan kir der barê xebatan de agahî dan.

Dê 24 saet ava bijûn biherike kaniyên Çelikevlerê

Tutşî, bi bîr xist ku ev xebat bi desteka Walî Munîr Karaloglu tên meşandin û di encamê de dê 24 saet bênavber ava bijûn biherike kaniyên malên vê taxê.