Bi cadeya Mezopotamya rêya Riha-Elezîzê gihîştin hev

 

Şaredariya Bajarê Mezin, Cadeya Mezopotamya ku rêya Riha û rêya Elezîzê digihîne hev bo trafîkê vekir.

Şaredariya Bajarê Mezin, di sezona asfaltê ya 2021’ê de ji bo hatûçûna nava bajêr siviktir bibe rêyên nû yên navbirê vedike û xebat berdewam in.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, li navçeya Peyasê rêgeheke nû di navbera Rêya Rihayê û Rêya Elezîzê de vekir. Ev rêya nû bi navê Cadeya Mezopotamya ji bo hatûçûnê amade ye. Â