Eyda serdêrên mezelan bi şekirokan pêşwazî kirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, kesên bi boneya Cejna Qurbanê serdana gorên miriyên xwe kirin, bi loqim û şekirokan pêşwazî kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, berî Cejna Qurbanê bi hemû yeke û beşên xwe ve xwe ji bo cejnê amade kir, ji bo welatî serdana qebrên miriyên xwe bi aramî biborînin hemû amadekariyên xwe bi encam kirin.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, şêniyên Diyarbekirê ku ji ber eydê hatine serdana qebrên miriyên xwe, bi loqim û şekirokan pêşwazî kirin.

Bi boneya cejnê şaredariyê li derwazeyê Goristana Asrî ya Yenîkoyê li Baglarê stant danî, welatî li ber derî pêşwazî kirin û îkrama şekirok, loqim û qolaniyê bi welatiyan re kir.