Print this page

Cihên firotin û serjêkirina qurbanan tê dermankirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta welatî cejna xwe di nav aramiyê de derban bikin karûbarên xwe yên dermankirinê didomîne.  

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, bi amûr û ekipmanên xwe yên modern li deverên ji bo serjêkirin û firotina qurbanan hatine destnîşankirin xebatên dezenfektekirinê didomîne da ku nexweşî jê belav nebin.

Di nav xebatan de dermanên li gorî standartên Rêxistina Tenduristîya Cîhanê bi kar tîne, bi dermankirinê nahêle li şûna cihên qurbanan kelmêş û xerzên kelmêşan peyda bibin.   

Bi saya reşandinan van dermanan, rê li ber peydabûna xerzên kelmêş û pêşûyan tê girtin û bi vî awayî welatî bi dilekî baristan kare kirrîn-firotina qurbanan bi cih tînin.   

Ekîbên dermanreşandinê, di maweyê Cejna Qurbanê de dê şûnên firotin û serjêkirina qurbanan derman bike.