DÎSMEK derbasî pergala online bû

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo di karûbarên kursên xwe yên perwerdeyê de hêsankariyê bi beşdaran re bike derbasî pergala online bû.

DÎSMEK, ji bo her temenî kursên xwe hene û bi van kursên xwe yên pîşevanî û perwerdeyê de bala şêniyên Diyarbekirê dikêşe ser xwe.

Serokatîya Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî, bi mebesta li bajêr deriyên debarê veke û xebatkarên şareza bigihîne kursên perwerdeyê li dar dixe, niha ji bo hêsankarî di karûbarên van kursan de bête kirine û beşdar karûbarên xwe zûtir bikin “Pergala Kargêriya Kursan a DÎSMEK’ê” ava kir. 

Şêniyên Diyarbekirê, bi saya vê pergalê dê karibin der barê modul, branş, demên perwerdeyê de, ka kîjan kurs li kîjan navendê tê dayîn, navnîşan û hûrgiliyan li ser malpera www.dismek.org.tr agahiyan werbigirin. 

Kursên DÎSMEK’ê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin di 43 beşan de berdewam in û ji bo qeyd û beşdariya kursên rûbirû û online beşdar dê karibin serlêdana xwe li ser malpera www.dismek.org.tr  pêk bînin.   

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31