Pirtûkhez berê xwe didin pirtûk-qehweyan

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên xwe ji ezmûnan re amade dikin pirtûk-qehwe vekirin û gelek eleqe nîşanî van pirtûk-qehweyan tê dayîn.

Şaredariya Bajarê Mezin, pirtûk-qehwe xistine ber xizmeta kesên xwe ji ezmûna zanîngehê û ezmûnên dîtir amade dikin û xizmeta li van pirtûk-qehweyan bi awayekî belaş tê dayîn.

Di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de, li Qiraetxaneya Millet a li Yenîşehrê, li Parka Biratî ya Baglarê, li Meydana Bajêr û Tema Parka li Peyasê Pirtûk-Qehwe û pirtûkxane hatine sazkirin û her roj di navbera saet 08:00-21:00’ê de xizmetê didin her welatiyê di her temenî de.

Ji ber pileya germa zêde ya li bajêr, pirtûk-qehwe ji bo pirtûkhezan û kesên xwe ji bo ezmûnan amade dikin dibin şûngehên serincrakêş û malovaniya wan dikin.

Pirtûkhez berê xwe didine van deran

Ji bilî kesên xwe ji bo ezmûnan amade dikin, heman wext ev pirtûk-qehwe ji bo dildarên wêjeyê û pirtûkxwênan jî dibin şûngehên sereke û gelek pirtûkhez xwe li van deran digirin.

Welatî, li pirtûk-qehweyan kîjan pirtûkê bixwazin dikarin peyda bikin û bixwînin.