Li ser pirsgirêkên Henê hate axaftin

 

Midûrê Giştî yê Kargêriya Kanalîzasyon û Avê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ) Firat Tutşî, li navçeya Henê bi muxtaran re hevdîtinek pêk anî.

Piştî ku Walî Munîr Karaloglu xwest ji bo çareserkirina pirsgirêkên binesazî ava vexwarinê ya gunda bê çareserkirin, Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî ket nav tevgerê û ligel Şaredarê Henê Îbrahîm Lale bi muxtaran re kombûnek li dar xist.

Civîn li Şaredariya Henê hate lidarxistin û tê de Tutşî û Lale daxwaz, pêşniyaz û giliyên muxtaran guhdarî kirin û bo çareseriya wan pê re şêwir gerand.

Tutşî, der barê kêşeyên ava vexwarinê, kanalizasyon û xetên ava baranan de nişe hildan û got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên gund û taxan wan ev civîn li dar xistiye.

Tutşî, diyar kir ku ji bo anîna aveke paqij ji navçeya Henê re wan çawa bi navçeyên din re civîn pêk anîne niha wisa li Henê vê civînê dikin û xebatan dimeşînin û got, di çarçoveya bernameya 2021’ê de ew ê “Projeya Parzinandina Avê ya Henê” pêk bînin.

“Rê nedin ava qaçax”

Tutşî destnîşan kir ku ji bo rêlibergirtina bikaranîna ava qaçax barekî giran dikeve ser milên welatiyan û weha axivî:

 “Vê pêlê hişkesalî heye lewra bi taybetî divê vê demê av bi awayekî qaçaxî neyê bikaranîn. Av mafê her kesî ye. Bi bikaranîna ava qaçax mirov heqê hinekên din dixwe. Mixabin bi ava vexwarinê bîstan têne avdan. Divê êdî bi ava vexwarinê zevî û bîstan neyêne avdan. Divê em baştir avê bi kar bînin.”