Şaredarî li 500 Evlerê parkeke modern çêdike

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li 500 Evlerê parkeke modern çêdike ku ji 7 heta 70 salî her kes karibe jê sûdê werbigire.

Şaredariya Bajarê Mezin, lê dixebite seyrangehan ji bo jin, zarok, ciwan û pîr û kalan çêbike, xebatên wê berdewam in.  

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li navçeya Peyasê li texma 600 Evlerê li ser aqarekî 8 hezar metreçargoşe parkekê çêdike û xebatên çêkirina wê dest pê kirin.

Ji 7 heta 70 salî her kes dê karibe bêhna xwe li vê parkê vede, çimkî tê de qadên hêşîn, yarîgehên zarokan, qadên werzîşê û textebendên bêhnvedanê hene.  

Li devera ku dê wek qadên hêşîn bên terxankirin, ji 7 celebên cuda 244 dar û bi 5 cureyan jî bi giştî 10 hezar teraş têne çandin.

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30