Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, dê Kuçeya Hunerê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ji nû de hatiye dabînkirin, bixe ber xizmetê.
Şaredariya Bajarê Mezin, Kuçeya Hunerê ya li navçeya Yenîşehrê ku yek ji sembolên bajêr e ji bo şêniyên bajêr karibin bênê demeke xweş derbas bikin û helkeftên çand û hunerî lê bêne birêvebirin ji nû ve terxan kir.
Bernameya vekirina Kuçeya Hunerê 31’ê Tebaxê roja yekşemê bi destê Walî Karaloglu tê pêkanîn û Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî jî dê saet di navbera 15:00 û 24:00’ê de hin bernameyên şahiyê li vê kuçeyê li dar bixe.
Bername saet 15:00’ê bi pêşangeha “Ji Duh Ta Îro Diyarbekir” dest pê dike, bi performansa bandoyê û govendê dewam dike.
Saet di 19:20’ê de dîwana dengbêjan tê danîn bi kilam û stranên kurdî geş dibe û pişt re Songul Yilmaz, Alî Aktaş û Senem Bukulmez dê stranên xwe pêşkêş bikin.
Bername dê bi konsêra Zahît Altintaş bi dawî bibe.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di dewamiya demsala havînê de dê li Kuçeya Hunerê ya nûvekirî bernameyên rengoreng ên çandî li dar bixe.