Tîrmeh têrtijî bi hunerê derbas bû

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bernameyên “Qul û Qulbend Dê Ji Hunerê Têr Bibin” de, di meha tîrmehê de ji bo navçeyan geek bernameyên çand û hunerê li dar xistin.

Şaredariya Bajarê Mezin, her meh bi hêmayeke taybet bernameyên çand û hunerê li dar dixe û ev çalakiyên Şaredariyê berdewam in.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Hunerî, di meha tîrmehê de bi hêmaya “Qul û Qulbend Dê Ji Hunerê Têr Bibin” ji bo şêniyên navçeyên der bernameyên şano, konser, pêşangeh û dîwanên dengbêjan li dar xistin.

Ev bername di germa havînê de li ber hewayê derve hatin lidarxistin û li navçeyên Çungûş, Çermûg, Erxenî, Hezro, Çinar, Pîran, Bîsmîl, Gêl, Lice û Henê pêk hatin.