Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, bi bernameyeke ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate lidarxistin zarokên sêwî û malbatên wan kirin mêvan.
Bernameya ezimandina sêwiyan ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve li xwaringeha “Diyarê Lezzetê” ya li Pira Dehderî hate lidarxistin, di bernameyê de bi hin lîstik û rengandina serçavên xwe zarokên sêwî şa bûn.
Karaloglu, di bernameyê de axivî û got ku heçî ew in wek walîtî û şaredarî hewl didin xwe bigihînin her qismê civakê û got, ew lê dixebitin ku xwe bigihînin dilê 1 milyon û 782 hezar welatiyên vî bajarî.
Karaloglu bi bîr xist ku ev çavpêketin ji aliyê Midûrtiya Malbat û Polîtîkayên Civakî, Midûrtiya Xizmetên Civakî û Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ve bi hevparî têne lidarxistin û got, her weha desteka hin komele û xêrxwazan jî di vê organîzasyonê de heye.
Karaloglu, weha axivî:
“Sebeba ku me komele û xêrxwaz beşdarî vê prpjeyê kirine ew e da ku ev mesele bêne parvekirin û em tev bi hev re bangewaziya qencîkariyê bikin. Lewra me bi Komela Alîkariyê ya HASANE re girêbestek îmze kir. Ji bo komele piştgiriya ciwanan bike me destek da wê. Xêrxwazên vê komelê dê destê xwe yê yarmetiyê ji bo zarokên Diyarbekirê dirêj bike û piştgiriya malbatên wan bike. Lewra em spasiyê li rayedar û rêveberên Komela HASANE dikin.”
Zarokan bi dilê xwe kêf kir
Ekîbên bi ser Şaredariya Bajarê Mezin cilên lehengên çîrokan li xwe kirin û bi zarokan re leyiz û yarî kirin, pê re kêfa wan xweş kir.
Dii bernameyê de serçavên zarokan rengandin, li ber stranan dîlan kirin û bi qerqûleyên mîna Hacîvat û Karagoz kêfxweş bûn.
Walî Karaloglu û hevjîna wî Sevîm Karaloglu kêfa xwe bi sêwiyan anîn û pêlîstok diyarî wan kirin.