Di navbera Waliyê Diyarbekir Munîr Karaloglu û karsazê xêrxwaz Cumalî Yildiz de bona çêkirina pira Çermûgê girêbestek hate îmzekirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, li gorî vê girêbestê, dê pirekê li navçeya Çermûgê çêke û Rêya Çiyayê Kuro ya Komurcular û Rêya Şêxan Dede-Çukur Elma bi hev ve girêbide.
Lêçûna vê projeyê temamî dê ji kîsê karsaz Yildiz be û piştî ku pire hate çêkirin Şaredariya Bajarê Mezin jî dê rêyên herdu milên pirê çêke. Bi vî awayî welatî dê 60 kîlometir rêya wan kintir bibe.
Merasîma girêbestê li meqamê walîtiyê hate lidarxistin û Karaloglu di merasîmê de got, heta niha me protokol bona mizgeft, dibistan û dzegehên sporê îmze dikirin û ev cara yekê ye protokola pirekê tê îmzekirin.
Karaloglu bi bîr xist ku rê û pire di şaristanî û baweriya wan de xwedî cihekî gelek giring in û got ku di Hedîsan de hatiye gotin ku rê û pird astengiyan li pêşiya mirov radikin.
Karaloglu, weha axivî:
“Cumalî Yildiz xelkê Çermêgê ye û karsazekî xêrxwaz e, ew ê pirekê li vir ji kîsê xwe bide çêkirin, bi vê pirê dê rê dê bigihînin hev û rêya gundan 60 kîlometir kurttir dibe. Ev projeya xwe anî cem Şaredariya Bajarê Mezin. Bi wekaleta Cumalî Yildizê xêrxwaz, ez bi Yaqûb Yildiz re peymanekê çêdikim.”